Ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Licêyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Licêyê, hem ji bo tenduristiya gel û hem jî ji bo paqijî û rêkûpêkiya jîngehê di hefteyê da 7 rojan bênavber dixebitin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Licêyê Abdulkadîr Çelîk diyar kir ku ew bênavber dişixulin da ku jîngeheke aram û paqij durist bikin.
Qaymeqam Çelîk wiha axivî, "Ekîb di çarçoveya bernameya destnîşankirî da hem ji bo tenduristiya gel û hem jî ji bo paqijî û rêkûpêkiya jîngehê pir hewl didin û dixebitin."