Ji Şaredariya Malazgirtê bo jinan cihê spor û jiyanê

Jin li navendê him sporê dikin him jî bi hev re civatê dikin...

Ji Şaredariya Malazgirtê bo jinan cihê spor û jiyanê

Li malazgira Mûşê, şaredariyê ji bo jinan cihê spor û jiyanê vekir. Jinên navçeyê li vê derê him sporê dikin him jî bi hev re demên baş derbas dikin.

Şaredariya Malazgirê, ji bo jinên gundan û navçeyê Navenda Spor û Jiyanê ya Jinan a Selcen Hatunê vekir.

Jinên malan, mamosteyên jin û xwendekarên lîse û zanîngehê tên li vê navendê him sporê dikin him jî hedûriya wan bi hev tê.

Li navendê ji bo zarokan cihê lîstikê jî heye. Jin dikarin dema ku sporê dikin zarokên xwe deynin wê derê.

Jinên Muşî ji vê xizmetê memnûn in û dixwazin xizmetên bi vî rengî dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE