Li Îpekyoluya Wanê jin bi saya navenda sporê ya şaredariyê dikarin 6 rojan sporê bikin. Ji bo ku aciz nebin, mêr nikarin têkevin hêwanê û rahêner jî jin in. Her wiha ji bo zarokan jî cihê lîstikê heye û dayik bi rihetî werzîşê bikin.
Plates, step, boks, jimnastik û dansên curbicur..
Li Navenda Sporê ya Şaredariya Îpekyoluyê heftê 6 rojan bi tenê ji bo jinan dersa werzîşê û dansê tê dayîn.
Bi saya vir him jin bi rihetî sporê dikin him jî tên ba hev û kêf dikin.
Gava dayik werzîşê dikin, zarokên wan jî li parkê dilîzin.
Li navendê 10 antrenorên jin hene.
Her wiha ji bo ku jin aciz nebin qedexe ye ku mêr têkevin hêwanê.