Ji Şaredariya Îpekyoluya Vanê zabitayên bikamera

Ji bo zelaliya kar û xebatên xwe bi kameraya dikin

Ji Şaredariya Îpekyoluya Vanê zabitayên bikamera

Şaredariya Îpekyoluya Wanê, ji bo şefafiya kar û xebatên zabitayê gaveke girîng avêt. Ji vir û pê ve zabitayên ku li ser wan kamera hene, dema ji bo kontolê li bajêr digerin wê hemû tiştan qeyd bikin. Da ku heqî û neheqiya gilî û gazincên xelkê û esnafan bi saya qeydên kameraya derkevin holê.

Şaredariya İpekyoluya Wanê, ji bo zelaliya kar û xebatên zabitayê, gaveke girîng avêt.

Li ser zabitayan kamerayên portatîf hatin girêdan.

Zabitayên ku di nava rojê de karê xwe dimeşînin, wê hemû têkilî, axfatin û kontrolên xwe bi saya van kamerayan qeyd bikin.

Zabitayên şaredariyê dibêjin: “Ev proje ji bo karê me gelek baş bû. Bi vî awayî hemû kar û xebatên me yên bi xelkê re wê zelal û eşkere bibin.”

Esnafên bajêr jî dibêjin: “Ev proje him ji bo ewlehiya me, him jî ji bo baweriya bi şaredariya me gelek baş bû.”

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE