Xizmetên Şaredariya Şahînbeya Gaziantepê di heyama şewba koronayê de jî dewam dikin. Şaredarî alikariyê dide esnafan, xwarina germ û pakêtên xurekan li malbatan belav dike.
Ji ber şewba vîrûsa koronayê kar û barên esnafan kêm bûn û gelek malbat jî mexdûr bûn.
Şaredariya Şahînbeya Gaziantepê di heyama şewba koronayê de xizmetên xwe yên ji bo mexdûran didomîne.
Şaredarî di çarçoveya giştînameya Wezareta Kar û Barên Navxweyî de alikariyê dide esnafan.
Her wiha ekîbên şaredariyê li malbatên medûr xwarina germ û pakêtên xurekan belav dike.
Xizmetên şaredariyê heta ku şewb bi dawî bibe wê dewam bikin.