Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji şaredariyên Sêrt û navçeyên wê re wesaîtên kar şandin. Rayedaran wesaît bi merasîmekê û bi diayan girtin.
Kamyonên çopan, wesaîtên paqijiyê û ekskavatorek…
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji Şaredariya Sêrtê û navçeyên wê re wesaîtên kar şandin. Ewilî dia hatin kirin.
Waliyê bajêr Osman Hacıbektaşoğlu ji bo wesaîtan spasî rayedarên wezaretê kir.
Waliyê Siirtê Osman Hacıbektaşoğlu got,“ Di serî de sipasî serokkomarê me, wezîr Murat Kurum û parlamenterê me Ekrem Olgaç dikim. Ji bo wesaîtan gelek kesî alîkarî da me û li pişta me bûn. Ji hemûyan re sipas dikim. Xwedê qeza belayê nede. Sala 2021an wê ji par baştir derbas bibe. Bi îzna Xwedê sala 2022an jî wê bi berekettir be.”
Wezaretê yek ji wan bo Misircê yek jî ji bo Havilê bi giştî 9 heb wesaît dan Sêrtê.