Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, ji bo kar û xebatên zabitayan zelaltir bimeşin, gaveke girîng avêt. Li berstûkê zabitayan, kamerayên portatîf hatin girêdan. Ev kamera, di kontrolan de deng û dîmenan qeyd dikin.
Tîmên zabitayan li sûk û bazaran asayişê temin dikin. Lê belê gelek caran bi tiştên sosret û balkêş re rûbirû dimînin.
Şaredariya Sûrê, ji bo şefafiya kar û xebatên zabitayan, gaveke girîng avêt.
“Li navçeya me nêzî 6 hezar esnaf hene. Car caran di navbera esnaf û zabitayan da pirsgirêk çêdibin. Hem ji bo wazîfedarên me li karên xwe miqate bin û hem jî ji bo têkiliya xwe ya bi esnafan re baştir bikin, êdî bi kamereyan em ê xebatan bişopînin.”
Li ser zabitayan,kamerayên portatîf hatin girêdan.
Dema zabita ji bo kontrolê li bajêr digerin, ev kamera hemû dîmen û xeberdanên wan qeyd dikin.
Heqî û neheqî, gilî û gazincên xelkê û esnafan, bi saya qeydên kameraya wê derkevin holê.
Zabitayên şaredariya Sûrê ji vê projeya kamereyan kêfxweş in.