Zivistan e, dinya sar e…Şaredariya Qilebana Şirnexê mont û şekal li xwendekaran belav kirin. Şaredar Sait Ürek got: “em dixwazin zarokên me di zivistanê de sermayê negrin.”
Ji bo xwendekar di berf û baranê de necemidin 500 mont û 500 bot anîn…
Şaredariya Qilebana Şirnexê lîsteya zarokên gundan yek bi yek derxist.
Piştî ku siparîşên wan hazir bûn, mal bi bal geriyan û ew li biçûkan belav kirin.
Ji ber ku lîste li gorî malbatên hewcedar hatibû amadekirin, mont û şekalên xwendekaran birin ber deriyê wan.
Xwestin ku him dilê hevalên wan nemîne, him jî zarok li ber hevalên xwe fedî nekin.