Zivistanan herêma Rojhilatê anadolê zaf sar e . şaredariya dêrsimê jî li gorî şert û mercên herêmê ji welatiyan re rawestgehên biklîma ava kirine. di van rawestgehan de ji bo xwendevanan pirtûkxane jî hene. welatî di van rawestgehên dorgirtî û biklîma de him dikarin ji xwe re pirtûkan bixwînin him jî xwe ji baran, sar û sermayê diparêzin.
Zivistanên Dêrsimê pir sar in û li herêmê sermayeke gelekî zêde tê hîskirin.
Şaredarîyê Dêrsimê jî zend û bendê xwe badan û ji bo welatiyan li çar aliyên bajêr 10 rawestgehên bi klima ava kirin.
Rêwî û bi taybetî jî xwendekarên ku sibehan diçin zanîngeh û dibistanan bi saya van rawestgehan nacemidin.
Di van rawestgehan de ji bilî klimayê pirtûkxaneyên biçûk jî hene û hete wesaîta wan tê xwendekar dikarin pirtûkan jî bixwînin.