Ji Şaredarîya Kayapinêrê pirtûkxaneya herî mezin a herêmê

Di pirtûkxaneyê de wê milyonek pirtûk hebin

Ji Şaredarîya Kayapinêrê pirtûkxaneya herî mezin a herêmê

Li Amedê ji alîyê Şaredarîya Kayapinêrê ve pirtûkxaneya herî mezin a herêmê tê avakirin. Pirtûkxane bi şekl û şemaya xwe ve li ewrûpayê ket nav 3 avahîyên herî xweşik. Gava 4 meh paşê pirtûkxane biqede dê di hundirê wê de jî milyonek pîrtûk hebin û dê têkeve xizmeta mirovên herêmê.

Ji alîyê Şaredarîya Kayapinarê ve li Amedê pirtûkxaneya herî mezin û modern a herêmê tê avakirin.

Pirtûkxane bi mîmarîya herêmî û modern tê avakirin û herweha li Ewrûpayê di nav bi sedan projeyan de xelata tasarimê wergirt û bi sêyem.

Pirtûkxane ji beşa zarok û ciwanan pêk tê û navên zanyarên mezin li beşên pirtûkxaneyê hatiye kirin.

Gava pirtûkxane biqede dê di hundirê wê de milyonek pirtûk hebin û welatî jî li benda qedandina pirtûkxaneyê ne.

Pirtûkxane dê di meha Adara 2019an de biqede û dê xizmetê bide gelê herêmê.

Dîroka nûkirinê: 24 Mijdar 2018, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE