Ji Şaxa Weqfa Yekîtiyê ya Batmanê alîkarî

Weqfê xurek û kinc dan 8 hezar malbatên hewcedar...

Ji Şaxa Weqfa Yekîtiyê ya Batmanê alîkarî

Şaxa Weqfa Yekîtiyê ya Batmanê her sal di remezanê de alîkariyê dike. Weqfê îsal jî ji bo 8 hezar malan pakêtên xurek û kincan amade kirin. Endamên weqfê ew bi xwe birin dan malbatan...

Li Batmanê, Weqfa Yekîtiyê got “Em bi hev re ji bo xêrê bixebitin” û dest bi alîkariyan kir.

Endamên weqfê di meha remezanê de ji bo 8 hezar malbatan pakêtên xurek û cil û bergan amade kirin.

Pakêt 40 dildaran belav kirin. Komê bi destên xwe pakêt dan malbatên hewcedar.

Ji bo hewcedaran alîkariyên bi vî rengî gelekî girîng in. Alîkariyên weqfê jî wê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE