Ji sedî 6,8ê nifûsa Tirkiyeyê li gundan dijî

Di nav temamiya nifûsê da rêjeya kesên ku li navenda bajar û navçeyan dijîn di 2020î da ji sedî 93 bû, di 2021ê da derket ji sedî 93,2yan. Ji bilî 30 bajarên mezin rêjeya kesên ku li belde û gundên bajarên din dijîn, ji sedî 7ê daket ji sedî 6,8an.

Ji sedî 6,8ê nifûsa Tirkiyeyê li gundan dijî

Li Tirkiyeyê ji sedî 93,2yê nifûsê li bajar û navçeyan dijîn, ji sedî 6,8ê nifûsê jî li belde û gundan dijîn.

Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji daneyên Nifûsa li Gorî Bicihbûnê ya Pergala Qeyda Nifûsê ya li Gorî Navnîşanê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) da hev, nifûsa Tirkiyeyê di 2021ê da li gor 2020î milyonek û 65 hezar û 911 kes zêde bû û derket 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan, jimara kesên ku li bajar û navçeyan dijîn bû 78 milyon û 908 hezar û 631an.

Di nav temamiya nifûsê da rêjeya kesên ku li navenda bajar û navçeyan dijîn di 2020î da ji sedî 93 bû, di 2021ê da derket ji sedî 93,2yan. Ji bilî 30 bajarên mezin rêjeya kesên ku li belde û gundên bajarên din dijîn, ji sedî 7ê daket ji sedî 6,8an.

Par jimara kesên ku li belde û gundan dijiyan li gor pêrar nêzî ji sedî 2yê kêm bû û wekî 5 milyon û 771 hezar û 642 kes hat tesbîtkirin. Ev reqamji 2020î pê va 5 milyon û 878 hezar û 321 bû.

Bajarê ku nifûsa wê herî zêde ye bi 15 milyon û 840 hezar û 900 kesan va Stenbol e û bajarê ku nifûsa wê herî kêm e jî bi 39 hezar û 130 kesan va Erdexan e.

Nifûsa gundiyan herî zêde li Afyonkarahîsarê ye, ya herî kêm jî li Tunceliyê ye.

Li Tirkiyeyê gundê ku nifûsa wê herî zêde ye bi 6 hezar û 90 hezar kesî va Dîrsekliya gundê Cizîra Şirnexê ye. Dogansuya gundê Panosa navçeya Agiriyê jî bi 4 hezar û 492 kesan va li Tirkiyeyê gundê çaremîn ê herî qerebalix e.

Par herî dawî li gundê Kayalibag yê li ser navenda Bidlîsê kesek tenê dima, ev gund wekî gundê ku nifûsa wê herî kêm e, hat tesbîtkirin.

Dû vî gundî ra gundê Başakê yê li ser Silopiya navçeya Şirnexê tê û li vî gundî jî 2 kes dijîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE