Ji Şentop dijî Êrîşa li Somaliyê bertek

"Êrîşa li Somaliyê hat kirin nîşan da ku teror çiqasî dijminê mirovahiyê ye û ev jî nîşaneyeke hişyariyê ya acîl e"

Ji Şentop dijî Êrîşa li Somaliyê bertek

Mustafa Şentopê Serokê Meclisê got êrîşa li Somaliyê nîşan dide ku teror çiqasî dijminê mirovahiyê ye, ev jî nîşaneyeke hişyariyê ya acîl e.

Şentop li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê êrîşa terorê ya bi bombe ya li Mogadîşuya paytextê Somaliyê da daxuyanî da.

Şentop got hîn bû ku di êrîşa li Somaliyê da 2 welatiyên Tirkiyeyê jî tev gelek sivîl hatine kuştin, serxweşî da gelê Somaliya dost û eqrebeyên welatiyên hatin kuştin.

Şentop wiha pê da çû: "Êrîşa li Somaliyê hat kirin nîşan da ku teror çiqasî dijminê mirovahiyê ye û ev jî nîşaneyeke hişyariyê ya acîl e. Vê bûyerê nîşan da ku Tirkiye di têkoşîna biryardar a dijî hemû cureyên terorê da çiqasî mafdar e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE