Ji ser "bûyerên 6-7ê Cotmehê" ra 6 sal derbas bû

Ji ser bûyerên tundiyên yên 6-7ê Cotmaha 2014an ku bi banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê bi behaneya Eynulerebê (Kobanî) hat kirin da 6 sal derbas bû.

Ji ser "bûyerên 6-7ê Cotmehê" ra 6 sal derbas bû

Di ser bûyerên tundiyê yên 6-7ê Cotmeha 2014an da 6 sal derbas bû ku li ser banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê bi behaneya Eynulerebê (Kobanî) alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê dan destpêkirin û tê da 2 polês şehîd ketin û 35 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê berhev kir di 6ê Cotmeha sala 2014an da bi banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê ku bi behaneya Eynulerebê kirin va alîgirên YPG/PKKyê li 35 bajar, 96 navçe û 131 cih û warî çalakî û êrîş kirin, rêyan girtin, barîkat danîn, bi molotokofteyl, fişekên hewayî, dar û keviran zirar û ziyan dan mal, milk û wesayîtên welatiyan û dewletê.

Di bûyerên tundiyê da 2 polês şehîd ketin, Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku ji bona Eyda Qurbanê li Diyarbekirê goşt belav dikirin jî di nav da 35 kes hatin kuştin, 435 welatî û 326 jî polês bi tevahî 761 kes birîndar bûn.

Di bûyeran da 37 "biwesf mirov kuştin", 29 "hewla mirov kuştinê" 3 hezar û 777 "zirar dayîna mal", 25 "dîl girtin", 395 "dizî", 15 "talan kirin", 308 "destnadayîna mal û dikanê binpêkirin" 13 "alayên Tirk şewitandin" û 7 jî "muxalefeta li dijî Qanûna Parastina Ataturk" sûc hatin kirin.

Ji ber êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek mal, dikan, dibistan, qursên Qur'anê, navendên çandê, muze û wargeh xisar dîtin.

Dewletê qederê 50 milyon lire da esnafan û maliyeta bûyeran ya ji bona dewletê ji 300 milyon lireyî zêdetir e.

Bûyerên tundiyê zirareke mezin da hizûra herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û ji xeynî mal û can zirareke mezin jî gihîşt turîzm û aboriya herêmê.

- Yasîn Boru û hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin

Yasîn Boru û 3 hevalên wî di Eyda Qurbanê da ji bo goştê qurbanê li hewcedaran belav bikin dixebitîn û rastî êrîşa komekê ya bi kevir, çek, dar û kêran hatin û xwe sipartin avahiyekê û li qatê sisêyan hatin lînçkirin.

Bi hinceta endamên DEAşê ne ciwan ji avahiyê hatin avêtin, êşkence li cesedê wan kirin, bi wesayîtê ji ser cesedê Boruyê 16 salî bû ra derbas bûn û serê Ahmet Dadak bi keviran pelçiqandin.

Zarokên ku cesedê wan hatin şewitandin û xistin halê neyên naskirin bi zorê hatin teşhîskirin. Yusuf Erê di bûyerê da bextê wî hebû birîndar xilas bû û ji ber ku hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin derûniya wî xirab bû jî li nexweşxaneyeke li dervayê Diyarbekirê hat dermankirin.

- Di bûyeran da 201 dibistan hatin texrîbkirin

Ji ber êrîşên alîgirên rêxistina terorê li Tunceliyê 2, li Mêrsinê 3, li Diyarbekirê 34, li Şirnexê 13, li Batmanê 4, li Şanliurfayê 19, li Bidlîsê 8, li Bursayê 2, li Mêrdînê 36, li Mûşê 6, li Stenbolê 11, li Bîngolê 2, li Hekariyê 28, li Sêrtê 13, li Gazentabê 1, li Adiyemanê û li Wanê 18 dibistan zirar dîtin.

Dibistan û avahiyên dewletê yên hatin texrîbkirin bi îmkanên dewletê pêşkeş kir va di demeke kin da hatin temîrkirin û ji bo xizmetê hatin vekirin.

- Agir berî muzeyê dan

Di çalakiyên bêdestûr ên li Diyarbekirê hatin kirin da Muzeya Ziya Gokalp bi destê terorîstên PKKyî hat xirabkirin. Wezareta Çand û Turîzmê û Yekîtiya Acentayên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) protokol îmze kirin û muze restore kirin.

Bi sponsoriya TURSABê va ji bo xebatên restorekirina muzeyê milyonek û 814 hezar lire pere hat xerxkirin kar û barên restorasyonê di sala 2016an da temam bû û ewder bi halê xwe yê herî teknolojîk va teslîmî wezaretê hat kirin.

Wezareta Çand û Turîzmê ji bo teşhîr û tanzîmê milyonek û 490 hezar lire xerc kir û muze dîsa ji bo serdana ziyaretê hat vekirin.

- 386 kes hatin girtin

Ji ber bûyeran der heqê 1600 kesî da lêpirsîn hat kirin, ji 894 şikbarên hatin binçavkirin 386 kes hatin girtin, 244 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

- Diyarbekir

Di bûyerên li Diyarbekirê qewimîn da Yasîn Boru û hevalên wî jî di nav da 12 kes mirin, 65 welatî û 14 wezîfedarên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Li bajêr di bûyerên qewimîn da 144 dikan û avahiyên taybet, 16 avahiyên dewletê, 6 dikanên şaxên nêçîrê, 17 bankeyên taybet û dewletê, 4 dibistan, muzeyek, 88 wesayîtên taybet û 40 weayîtên dewletê, avahiyeke partiyê û 36 qamerayên ewlehiyê yên bajêr zirar dîtin.

Walîtiya Diyarbekirê ji bo 73 esnafên ku di bûyerên li bajêr qewimîn da zirar gihîştibû mal û milkên wan alîkarî da.

- Gazîentab

Di bûyerên li Gazîentabê da 5 kes mirin, 4 jê polês bi tevahî 42 kes birîndar bûn. Di bûyeran da 12 avahiyên kamûyê, 5 mekteb, 5 xanî, 44 kargeh û 77 wesayîtan zirar dît. Di bûyeran da bi bihayê milyonek lireyî zirara madî çêbû.

- Wan

Di bûyerên li Wanê da 170 wesayît, 20 mekteb, 5 ciyên îbadetê, 40 avahiyên kamûyê û 523 dikanan zirar dît. Avahiyên kamûyê, mekteb, avahiyên komelayan û kursên Quranê yên ku di bûyeran da zirar dîtibûn hatin temîrkirin û careke din vebûn.

- Sêrt

Di bûyerên li Sêrtê da 5 sivîl hatin kuştin, 17 sivîl û 20 polês jî birîndar bûn. Di bûyeran de 69 kes hatin binçavkirin û 16yê wan jî paşê hatin girtin

Li bajêr di bûyeran da 12 mekteb, navendeke perwerdeya gel, 4 navendên tenduristiyê, îstasyoneke tenduristiyê ya acil û wargeheke xwendekaran zirar dît.

- Batman

Di êrîşên li Batmanê da kesek hat kuştin, 56 kes birîndar bûn. Di bûyeran da 105 kes hatin binçavkirin ji wan jî 32 kes hatin girtin. Di bûyeran da 6 avahiyên kamûyê, 15 banqe û ATMyê wan, 2 avahiyên partiyên siyasî, 62 wesayît, 91 dikan û 5 malan zirar dît.

- Mêrdîn

Li Mêrdînê di bûyeran da 6 kes hatin kuştin, 29 sivîl û 22 polês jî birîndar bûn. Di bûyeran da 14 trîmbêl, 69 wesayîtên polêsan, avahiyên qaymeqamtiyê, 36 mekteb, 6 partiyên siyasî û 69 avahiyan zirar dît. Li ser bûyeran 311 kes hatin binçavkirin, paşê 108ê wan hatin girtin.

- Şirnex

Li Cizîra navçeya Şirnexê ji ber bûyeran 30 kes birîndar bûn. Li navçeyê 13 mekteb û 2 wargehên xwendekaran jî zirar dît. Mekteb û wargeha xwendekaran paşê ji hêla Walîtiyê va hat temîrkirin û careke din dest bi fealiyetê kirin.

- Dewletê birînên 6-7ê Cotmehê pêçan

Serokwezîriya wê demê ji bajaran ra pere terxan kir û şand, bi wan pereyan va zirar û ziyana welatî û esnafan hat dayîn. Cihên ku di bûyeran da xerab bûn, bi derfetên dewletê hatin temîrkirin.

Ji esnafên bajarên ku bûyer lê derketin ra nêzî 50 milyon lireyî pere hat şandin.

- Der heqê 18 bersûcan da cezayê girankirî yê miebedê

Di çarçoveya çalakiyên bêdestûr ên li Diyarbekirê da ji ber kuştina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gukgûz doz hatibû vekirin û ji 41 kesên di çarçoveya doza da dihatin darizandin jê 16 kes ji ber sûcê "bi hîsên hovî an bi eziyetê kuştin" bi cezayê hepsa miebbedê ku 5 caran hatiye girankirin hatin cezakirin. Herwiha du kes jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin xwar. 6 zarokên ku di dîroka sûc da emrê wan ji 18 salan kêmtir bû jî her yekî wan 110 sal cezayê hebsê li wan hatin dayîn.

Ji bersûcan der heqê 18 kesên li hemberî Yusuf Er tevlî çalakiyê bûn, ji ber sûcê "bi qesta kuştinê tevgerîn" 18 sal, ji bo 6 zarokên tevlî sûc kirine 12 sal cezayê hepsê hat birîn. Ji bo 15 bersûc û 6 zarokên tevlî sûc hatine kirin jî ji ber sûcê "propagandaya terorê", der heqê 11 bersûcan da ji ber sûcê "binpêkirina parêzbendiya malê", ji bo bersûcekî ji ber sûcê "binpêkirina Qanûna Civîn û Meşên Çalakiyê", ji bo bersûcekî jî ji ber sûcê "binpêkirina heqê kar û xebatê" û "tevlîbûna sûc a ji bo rêxistinê" biryarên mehkûmiyetê hatin dayîn.

Li bersûc Remzî Ozşan ji ber sûcê "tiştên li ser mirî dizîn" 12 sal, li Ugur Doganay ji ber sûcê "li ser çeka bêruxset derket" 3 sal û 9 meh cezayê hepsê hat birîn.

Ji bo 13 bersûcan biryara berdanê hat dayîn. 3 bersûcên ku derheqê wan da biryara girtinê hatiye dayîn jî dosyeya wan hat veqetandin. Bersûcek vê axiriyê hat girtin. Darizandina hersê bersûcan li Mehkemeya Cezayê Giran a 2yem a Enqereyê dewam dike.

- Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê xwepêşandanên bêdestûr ên di 6-7ê cotmeha 2014an da ku bi hinceta Kobanêyê (Eynelereb) hatin kirin da der heqê hin rêvebirên partiyê, PKK/KCKya rêxistina terorê û qaşo hin rêvebirên wan da ji ber sûcê "xirakirina yekîtiya dewletê û bihevrabûna welêt", "veşartina sûcekî yan jî veşartina delîlên sûcekî din an jî ji bo neyên girtin bi yekî bidin kuştin", "yekî teşwîqî kuştinê bikin" û "bi mirovan talanê bidin kirin" û "mirovan ji azadiya wan dûrxistin"ê lêpirsîn da destpêkirin.

Li ser berhevkirina delîlan, temamkirina muameleyan Dadgeriya Cezaya Silhê ya 1emîn ji bo Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdaga wê demê Hevserokên Giştî yên HDPyê bûn biryara ku bila girtina wan dewam bike, da.

- Di lêpirsîna Kobanê da biryara girtina 17 kesan hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê çalakiyên ku di 2014an da bi behaneya Kobaniyê hatin lidarxistin da dimeşîne da piştî ku ji bo 82 bersûcan biryara binçavkirinê hat derxistin. Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî di çarçoveya vê lêpirsînê da girtî ne.

Li 7 bajaran operasyon hatibû kirin û 20 bersûc bi destê ekîbên têkoşîna terorê hatin girtin. Dadgehê ji gumanbaran der barê Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Zekî Çelîk, Alî Urkut, Pervîn Oduncu, Alp Altinors, Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal, Ayhan Bîlgen û Îsmaîl Şengun da biryara girtinê da.

Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE