Ji ser Erdheja Vanê re 9 sal derbas bûn

Her çiqaş êşa di dil de derbas nebûbe jî navçe ji nû ve hatiye avakirin

Ji ser Erdheja Vanê re 9 sal derbas bûn

Ji ber Erdheja li Ercişa Vanê ya di sala 2011an de 644 welatiyên me çûn ser dilovaniya Xwedê, bi sedan xanî rûxiyan û zirar li gelek xaniyan ket. Lê bi piştgiriya dewletê di van 9 salên borî de navçe ji nû ve hat avakirin.

Erd 26 çirkan hejiya û kevir li ser keviran neman..

644 welatiyên me di bin avahiyên rûxiyayî de can dan, bi sedan xanî hilweşiyan û bi hezaran avahî jî zirar dîtin.

Ji ser erheja Wanê re 9 sal derbas bûn.

Her çiqas êşa di dil de derbas nebûbe jî bajar di van salan de ji nû ve hat avakirin.

Bi saya projeyên TOKÎ’yê mexdûrên bêmal piştî erdhejê bi 6 mehan derbasî xaniyên xwe yên nû bûn.

Bi piştgiriyên dewletê dikan di demeke kin de vebûn,,, Nexweşxane, dibistan, mizgeft û avahiyên dewletê yên ku xisar lêketin, hatin çêkirin.

Xelkê Ercişê ew rojên reş û nexweş qet ji bîr nekirine.

Lê dîsa jî bi vê şikûr dikin; ji bo alîkariya di dema erdhejê de û piştgiriyên aborî jî spasî rayedaran dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE