Ji ser êrîşa li Kuçeya Merasimê ku PKKê kir 6 sal derbas bû

Ji ser êrîşa li Kuçeya Merasimê ku PKKê kir 6 sal derbas bû

PKKya rêxistina terorê ji roja hat avakirin heya niha êşên mezin anî serê civakê. Ji vir 6 sal berê PKKyê rûyê xwe nîşan da û li Kuçeya Merasimê ya Enqereyê êrîş kir.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir, di 17ê sibata 2016an da wesayîta serwêsa personelên eskerî dema hat ber roniya trafîkê wesayîta bombebarkirî hat teqandin.

Di vê êrîşa namerd da 29 kesên sivîl jî hatin kuştin.

Li gor îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir Abdulbakî Sûmerê terorîstê PKKyî yê navê "Zinar-Raperîn" bi kar dianî û ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibû êrîş kiriye.

Du qeydan da hat dîtin ku TAKa sazîbûna paravan a rêxistinê êrîş hilda ser xwe û êrîş bi telîmata rêveberiya bilind a PKK/KCKyê kiriye.

Di dozê da hat xwestin ku ceza bidin 68 kesên di nav da Zubeyîr Aydar, Cemîl Bayik, Murat Karayilan, Fehman Huseyîn û Remzî Kartalê serkeşên rêxistinê û Salih Muslîmê Serokê PYDyê yê wê heyamê jî hene.

Serkeşên rêxistinê jî tev ji bo 48 kesan biryara derdestkirinê hat dayîn.

- Ceza dan kiryaran

Dadgeha Cezayê Giran a 14mîn rûniştina ewil a dozê di 14ê Adara 2017an da kir û di 10ê Îlona 2018an da jî biryar da.

Ji bersûcan li Kudbettîn Onur, Ahmet Karaman, Muharrem Canîklî, Hayrettîn Tomak, Huseyîn Karadaş û Metîn Aslan ji ber sûcê "hilweşandina yekîtiya dewletê û serobinkirina welêt" carek û ji ber kuştina 29 kesan jî 29 caran cezayê heta bi hetayê hat birîn.

Ji bilî vê jî li van bersûcan ji ber "qesta kuştina" 75 kesan kirine, teqemenî bar kirine û birine jî 1185 sal cezayê hepsê û 33 hezar û 320 lire jî serê merivê ceze hat birîn.

Li Bahrî Deniz û Metîn Onurê bersûc bûn jî ji ber endamtiya rêxistina terorê 9 sal cezayê hepsê hat birîn.

Li Mustafa Bulut, Turgut Kahraman, Huseyîn Gokduman, Murat Karacan, Îsmaîl Îpar, Metîn Cura û Hasan Avsan jî ji ber sextekariyê li her yekî li wan 6 sal cezayê hepsê û 12 hezar lire jî cezayê îdarî hat birîn.

Serdar Bulut û Ugur Yuce ji hemû sûcan beraet kirin û dosyaya Sînem Oguz a li Stenbolê ji ber heman sûcê cezayê wê yê hepsê hebû jî hat redkirin.

Dosyaya 50 bersûcên ku di nav wan da qaşo rêvebirên PKKya rêxistina terorê jî hene hat cihêkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE