31 sal berê niha rêxistina terorî bi ser gundê çetînkola Eruha Siirtê de girtibûn. İbrahim Teğinê wê çaxê 16 salî bû xwe li kadînê veşart û wisa ji terorîstan xelas bû. Teğin cehd kir û xwend; niha li zanîngeha Siirtê profesor e.
İbrahim Teğin li gundê Çetinkolê hat dinyayê.
Di 8 saliya wî de bavê wî çû ber rihma Xwedê.
Teğin dev ji xwendinê berneda.
İbrahim Teğin him li înşeatan dixebitî him jî dixwend.
Wexta ew 16 salî bû û Dibistana Madenan a Zanîngeha Kütahyayê qezenc kiribû rêxistina terorî PKK'ê bi ser gundê wan de girt.
İbrahim Teğin wê çaxê xwe kadînê de veşart û ji êrîşê filitî.
Teğin piştî ku zanîngeha Kütahyayê qedand, li Zanîngeha Dicleyê beşa KÎmyayê jî xwend.
Niha li Zanîngeha Siirtê wek profesor kar û barên akademîk didomîne.