Ji Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Türkiyeyê peyama Helebceyê

"Em ji bo kesên ku di komkujiya Helebceyê da mirine ji Xwedê rehmetê dixwazin."

Ji Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Türkiyeyê peyama Helebceyê

 Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Türkiyeyê ji ber 33emîn salvegera bombebarankirina bajarê Helebceyê ya Herêma Kurdistana Iraqê peyamek weşand.

Li ser hesabê Twitterê ya Serkonsolxaneyê peyamek hat weşandin û hat gotin di 16ê Adara 1988an da êrîşeke kîmyewî li ser Helebceyê hat kirin û bi hezaran sivîl hatin qetilkirin ku ev di dîrokê da wek lekeyeke reş tê bibîranîn.

Di peyamê da wiha hat gotin: "Türkiyeya ku deriyê xwe ji xwîşk û birayên xwe yên ji vê êrîşa dijî mirovahiyê reviyabûn ra vekiribû vê êşa mezin îro jî parve dike. Em ji bo kesên ku di komkujiya Helebceyê da mirine ji Xwedê rehmetê dixwazin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE