Ji Serok Erdogan axaftina balkonê

Serok Recep Tayyip Erdogan axaftina balkonê kir

Ji Serok Erdogan axaftina balkonê

ji axaftina Serok Erdogan:

 "Gelê me îro cara 15emîn em di sandoqê da kirin yekem."

"Ez spasiya hemû welatiyên xwe bi taybetî birayên xwe yên Kurd dikim ku li hesasiyeta me ya di meseleya beqayê da xwedî derketin, dikim."

 "Em ê ji sibê pê va dest bi xebatên tesbît û telafîkirina kêmasiyên xwe bikin."

 "Wek AK Partiyê li ciyên ku em bi tena serê xwe yan jî bi Îtifaqa Cumhur ra ketine hilbijartinê em li 16 bajarên mezin, 24 bajar, 538 navçe û 200 beldeyan bi tevahî 778 şaredariyan bi ser ketine."

 "(Encam) Ev tê wê wateyê ku dê ji sedî 56ê şaredariyên li welêt dê ji hêla AK Partiyê va bên birêvabirin"

 "Li hin ciyan encamên bi dilê me derneketin û sedema wê jî ew e ku me nekarî ji gel ra baş qala xwe bikin û bikevin nav dilê wan."

 "Kêmasiyên me hene û deynê sitûyê me ye ku em wan çareser bikin."

"Hin kes di nav xeyalan da ne. Divê vê bizanin, 4 sal û nîv ev birayê we dê Serokomariyê bike, AK Partî di îqtidarê da be lewra em wek Îtifaqa Cumhûr di parlementoyê da ne ne wisa? Em di vê rêyê da çawa ku heta niha hatibin dê ji niha pê va jî bi heman awayî biçin."

 "Lijneya Hilbijartinê wê encaman eşkere bike. Heta bên eşkerekirin îtirazên me hebin em ê îtirazên xwe bikin. Encam derdikeve yan dernakeve, girîng nîne."

 "Şexsê min jî di nav da tu kes ji doza me biqîmettir nîne, ji Tirkiyeyê pêşdatir nîne û ji partiya me girîngtir jî nîne."

 "Heyama pêşiya me da hem ji bo partiya me hem jî ji bo welatê me dê bibe heyameke guherînê ya ji bo ya bi xêr û baştir"

"Rêjeya rayên me yên Îtifaqa Cumhûrê nêzî encamên 24ê hezîranê ne."

 "Gorî me siyaset ew nîne ku em bi gel ra rikaberiyê bikin û biçûk bibînin, siyaset ew e ku em ji dewlet û gelê xwe ra xizmetê bikin."

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE