Ji Serok Erdogan bo serokên YEyê name

Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Behra Sipî ya Rojhilat ji eza û serokên saziyên Yekîtiya Ewropayê ra name şand û qala nêrîna Turkiyeyê kir

Ji Serok Erdogan bo serokên YEyê name

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di nameya xêncî Yewnanistanê û Rêveberiya Rûman a Qibrisa Başûr ji hemû endamên Yekîtiya Ewropayê ra hat şandin da diyar kir ku pêşxistina têkiliyên Turkiye û YEyê ji bo Turkiyeyê her tim mijareke girîng e û di heyama îqtidara AK Partiyê da ji bo pêvajoyê gelekî mesafe pêş ketin.

Erdogan destnîşan kir ku di têkiliyên Turkiye -YEyê da ji 60 salî zêdetir ceribandinênên zor hatin kirin û wiha got:

"Di van demên dawîn da ji ber geşedanên li Behra Sipî ya Rojhilat têkiliyên me bi ceribandinên teze ra rû bi rû ma. Ez dixwazim di vê nameyê da ji we ra qala nêrîna Turkiyeyê ya ji bo mijara Behra Sipî ya Rojhilat û pêşniyazên ji bo çareseriyê bikim. Du hedefên sereke yên polîtîkaya me ya Behra Sipî ya Rojhilat hene. Ya ewil ew e ku li Behra Sipî ya Rojhilat qadên rayeyê li gor hiqûqa navneteweyî bi heqaniyet û adilî were sînorkirin û maf û rayeyên me yên li qada me werin parastin. Hedefa me ya duduyan jî ew e ku Tirkên Qibrisê wekî hevparê wekhew ên Girava Qibrisê werin dîtin, maf û berjewendiyên wan ên di çavkaniyên hîdrokarbonê da wekhev werin garantîkirin.

Di çarçoveya van hedefên me da Turkiye dixwaze ku Behra Sipî ya Rojhilat bibe ciyekî hevkariyê ya wisa ku hemû alî hevkariyê dikin, çavkaniyên hîdrokarbonê bi heqaniyet û adilî tê belavkirin, aştî û îstiqrar didome. Çawa ku komir û pola bûn bingeha YEyê em dixwain hîdrokarbon jî bibe bingeha çareseriya Qibrisê û YEya mezin"

"Sedema rageşiyê ne Turkiye ye, Yewnanistan û GKRY ye"

Serokomar Erdogan destnîşan kir, rageşiya ku li Rojhilatê Behra Spî dewam dike ne Turkiye ye, Yewnanistan û Rêvebiriya Rûm a Qibrisa Başûr (GKRY) e û wiha dewam kir, "Ji ber ku Yewnan û Rûm Turkiye û Tirkên Qibrisê tune dihesibînin, bi tena serê xwe gavan davêjin, li gor xwe tevdigerin û tiştina çêdikin û ji ber ku YE jî ji sala 2003yan vir va midaxaleyî vê yekê nake, loma ev rewş çêbûye. Beriya ku meseleya Qibrisê were çareserkirin GKRY kirin endamê YEyê. GKRYyê Tirkên Qibrisê tune hesiband û di salên 2003, 2007 û 2010an da bi welatên cînar ra li ser sînorê behrê peyman çêkirin, di sala 2007an da qadên ruhsetê hatine kifşkirin, îhaleyên navneteweyî vekiriye û di sala 2011an da sondaja xwe ya ewil lê daye."

Erdogan daxuyand, Yewnanistan bi GKRYyê ra YE bi kar anî û xwest îdiayên sînorê behrê yê maksîmalîst (Nexşeya Sevîllayê) ku Turkiyeyê li kendava Antalyayê hebs dike, bi Turkiyeyê bide qebûlkirin û îdia kir ku ev sînor neteweyî ne û sînorên behra dereke yên YEyê ne. Erdogan di nameyê da wiha got, "Yewnan û Rûman qîma xwe bi vê jî neanîn û li dijî Turkiye û Tirkên Qibrisê bi navê Foruma Xazê ya Rojhilatê Behra Spî mekanîzmayek ava kir, her wiha bi welatên herêmê ra dijî Turkiyeyê mekanîzmayên sê alî û çar alî ava kirin. Turkiyeyê jî ji bo ku li Rojhilatê Behra Spî hem mafên xwe hem mafên Tirkên Qibrisê biparêze, giranî da ser dîplomasiyê, lêbelê ji ber ku ji bangewaziya me ya diyalog û tevkariyê tu encam derneket, gavên xwe yên li qadê piştî ku 7 salan sekinî, di sala 2018an da avêt.

"Daxwaza rawestandina fealiyetên hîdrokarbonê neheq û bêedalet e"

Serokomar Erdogan diyar kir ku qada rayeya behrê ya li Rojhilatê Behra Spî ya Turkiyeyê divê li gor hiqûqa navneteweyî bi awayekî heqane û adil bê sînordarkirin û wiha dewam kir:

"Ez dixwazim cardin destnîşan bikim ku bi vê armancê bi Yewnanistanê ra ji bo diyaloga pêşemerc amade ne. Ez bala we dikşînim ku me ji serî va di vê çarçoveyê da piştgirî da teşebûsa cudakirina hêmanên asîman û behrê ya Sekreterê Giştî yê NATOyê yên ji bo kêmkirina rageşiyê.Ji aliyê din va Tirkên Qibrîsê û Rumên Qibrîsê divê wek avakerên hevpar ên Komara Qibrîsê ya hilweşiya û xwediyên hevpar ên Giravê di mijara hîdrokarbonê da bi heqane parvekirina dahatê jî di nav da divê mekanîzmayeke hevkariyê tesîs bikin. Ji bo ku mekanîzmayeke hevkariyê ya hevpar ya bi vî awayî bê vakakirin hewce nake ku li benda çareserkirina mijara Qibrîsê bisekinin.Lewra herdu aliyên li Giravê jî li sehayên ruhsedê yên diyar kirine bi navbeynkariya şirketên neftê yên navneteweyî va fealiyet dikin.Divê tenê herdu gelên li Giravê bi hev ra biryara berdewam an jî rawestana van fealiyetan bide.

Herwiha ez wisa bawer dikim ku avakirina foruma hevkariya vejenê ya berfireh a ku dê li Rojhilatê Behra Spî Tirkên Qibrîsê jî di nav da hemû aliyan bîne bal hev dê gelekî kêrhatî be. Turkiye amade ye ku her cure piştgiriyê bide pêngavên ku dê di vî warî da bên avêtin.

Ez hêvî dikim ku YE piştgiriyê bide van fikrên me, helwesta biteref a ku dijî Turkiyeya welatê namzed nîşan dide biterikîne, bêşert û merc û neheqe piştgiriyê nede tezên maksîmalîst ên Yewnanistan û BRQByê. Ev helwesta biteref a ku YE dijî welatê min nîşan dide dijî muktesebata YEyê û hiqûqa navneteweyî ye. Ev helwesta biteref çareseriyê dijar dike, rageşiyê zêde dikeû zirarê dide têkiliyên Turkiye -YEyê û berjewendiyên me yên hevpar ên di gelek waran da. Hêviya me ji YEyê ew e ku bêalî bimîne, hember herkesî wekhev tevbigere, piştgiriyê bide diyalog û hevkariyê. Heta pêngavên ku min li jorê gotin neyên avêtin ji Turkiye û Tirkên Qibrîsê xwestina li Rojhilatê Behra Spî rawestandina fealiyetên hîdrokarbonê daxwazeke neheq û bêdealet e."

"Me li hemberî wan daxwazên maksîmalîst ên dixwestin ji ser YEyê bidin qebûlkirin, serî netewand"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di vê mijarê da Turkiyeyê li ser ricaya Almanyaya Serokê Heyama YEyê bû bi niyeteke baş tevgeriya lê digel vê niyetbaşiyê Yewnanistanê di 6ê Tebaxê da peymana sînordarkirinê ya bi Misrê ra îmze kir û bêewletiya xwe raxist ber çavan.

Di nameya xwe da Serokomar got:

"Welatên Rojhilatê Behra Spî bernameyên xwe yên hîdrokarbon û xebatên xwe bi lez û bez didomînin û li hemberî Turkiyeyê jî yekîtiya wan a şer dewam dike, Tirkên Qibrisê tune tên hesibandin, Turkiye li Rojhilatê Behra Spî welatê ku xwedî perava herî dirêje û bila tu kes li bendê nebe ku wê di nav sînorên ava xwe da bimîne.

Ji bo gotûbêj û hevkariyê em her tim amade bûn. Me li hemberî wan daxwazên maksîmalîst ên dixwestin ji ser YEyê bidin qebûlkirin, serî netewand. Çavê me di heqê tu welatekî da tuneye. Lê me him heqê xwe û him jî wek welatê garantor heqên Tirkên Qibrisê parast û em ê biparêzin jî. Ji bo Rojhilatê Behra Spî çareseriyeke adil û aştiyene pêk anîn di berpirsyariya me hemûyan da ye. Ji bo vê jî divê piştevaniya gavên hevkarî û gotubêj bê kirin û ji wan biryar û gavên ku vê qeyrana heyî zêdetir bike divê dûr bê sekinîn.

Daxwaza me ya ji dil ewe ku bila şert û mercên Mutebaqata 18ê Adarê gorî wan rojan bê rojanekirin û têkiliyên Turkiye û Yekîtiya Ewropayê ji her aliyî va û gorî berjewendiyên me yên hevpar gav bi gav pêşve biçe. Ez wisa bawer dikim ku rêya vê yekê jî ewe divê meriv hay ji wê koça dereqanûnî, terorîzm, bazirganî, vejen û gelek qadên din ên bi kêrî têkiliyên me tên û gelek girîng in hebe, ji bo vê armanca jî ez li benda piştevaniya we me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE