Danezana Serokkomariyê ya plana qonaxa duyemîn a belgeya stratejiyê ya ji bo qenckirina şertên jiyana welatiyên Roman ên di warên wekî perwerde, tenduristî, îstixdam, stirîn û xizmetên civakî da di Rojnameya Fermî da derçû.
Di danezan ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin da hat destnîşankirin ku Plana Çalakiyê ya Qonaxa IIyemîn (2019-2021) ya Belgeya Stratejiyê ya bo Welatiyên Roman (2016-2021) dê li ser malpera fermî ya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî were weşandin.
Erdogan destnîşan kir ku di cîbicîkirina plana çalakiyê da hemû wezaret û dem û dezgehên peywendîdar çi dikeve ser wan wê bikin û wiha got, "Her cure alîkarî û piştgiriya ku pêwîst e dê were dayîn."
Plana çalakiyê ya yekemîn a ji bo welatiyên Roman sala 2016an hatibû weşandin
Di çarçoveya "Pêvajoya başkirina jiyana welatiyên Roman" ku di serdema serokwezîriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hatibû destpêkirin û plana wê hatibû kirin ku heya sala 2021an dewam bike da "Plana Çalakiyê ya Qonaxa Iyemîn a Belgeya Stratejiyê ya bo Welatiyên Roman" 30ê Nîsana 2016an hatibû weşandin.
AA