Ji Serok Erdogan daxuyaniya hilbijartinê

Serokomar Erdogan li Dibistana Navîn a Saffetê ya li Uskudarê raya xwe da û piştî raydayînê daxuyanî da çapemeniyê.

Ji Serok Erdogan daxuyaniya hilbijartinê

Serokomarê Tiriyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku tê nûkirin got: "Ez pêşvabirina pêvajoyeke ji bo Stenbola me, ji bo dahatûya Stenbola me, bi tecrubeya xwe, bi dînamîzma xwe, bi yekbûna Stenbol û Eqereyê ra pir bifeyde dibînim."

Serokomar Erdogan li Dibistana Navîn a Saffetê ya li Uskudarê raya xwe da û piştî raydayînê daxuyanî da çapemeniyê.

"Li gor min hilbijêrên Stenbolê wê ji bo Stenbolê biryara herî di cî da bidin"

Erdogan der barê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da got divê hilbijartin disa nehata nûkirin û wiha axivî: "Mixabin piştî 31ê Adarê geşedanên çêbûn bûn sedem ku hilbijartinek wiha bê kirin û bi Biryara Lijneya Hilbijartina Bilind va hat nûkirin. Îro jî em li Stenola me vê hilbijartinê dikin. Daxwaza min ew e ku ez pêşvabirina pêvajoyeke ji bo Stenbola me, ji bo dahatûya Stenbola me, bi tecrubeya xwe, bi dînamîzma xwe, bi yekbûna Stenbol û Eqereyê ra pir bifeyde dibînim. Li gor min hilbijêrên Stenbolê wê ji bo Stenbolê biryara herî di cî da bidin. Ez dibêjim bira li ser xêrê be. Ji bo hewldana we jî ez spasiya we dikim. Li ser xêrê be."

"Herhal beşdarbûn wê zêde be"

Li ser pirsên rojnamevanan ên der barê rêjeya beşdarbûna hilbijartinê da Erdogan wiha got: "Me hemûyan hewl da ku yên ne li Stenbolê ne bînin li vir. Xebateke yên ji welatên wan hatin anîn piştî hilbijartinê dîsa bibin welatê wan bû.Yên li Stenbolê ne jî bi ya min girîngiya vî karî pir baş dizanin. Hûn jî ji nêz va dişopînin. Herhal beşdarbûn wê zêde be."

Serokomar Erdogan got ewê encamên hilbijartinê wê li Stenbolê bişopîne.

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE