Giştînameya ji bo Plana Çalakî û Stratejiya Gihandinê bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di giştînameyê da hat gotin ku di çarçoveya vizyona pêşketinê ya welêt da veberhênanên binesazî û gihandinê li gor geşedanên kurewî û nêrînan di rêgeza dijîtalbûn û lojîstikê da tên kirin.
Li gor giştînameyê, pîana salên 2021-2025an ew ê li ser malpera Wezareta Binesazî û Gihandinê were weşandin.
Plana di kordinasyona wezaretê da bi hevkariya dewlet, sektora taybet, saziyên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî û zanîngehan hat amadekirin nexşeyeke wisa ye ku ew ê stratejî û vizyona gihandinê ya welêt derxe holê.AA