Ji Serok Erdogan giştînameya tevdîrên sexbêriyê

Ji Serok Erdogan giştînameya tevdîrên sexbêriyê

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku mesrefên di saziyên kamuyê da zêde çênebin, karên burokratîk kêm bibin û çavkaniyên kamuyê bi awayekî ekonomîk û baş bên bikaranîn giştinameyeke tevdîrên sexbêriyê weşand.

Giştînameya tevdîran di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Di giştînameyê da hat gotin bikaranîna çavkaniyên kamuyê divê li gor armanca xwe û tevdîrên sexbêriyê bên bikaranîn ku ev ji bo her yek wezîfedarê saziyên kamuyê wezîfeyek û mecburiyetek e.

Hat destnîşankirin ji bo ku mesrefên di saziyên kamuyê da zêde çênebin, karên burokratîk kêm bibin û çavkaniyên kamuyê bi awayekî baş bên bikaranîn hewcedarî tevdîrên sexbêriyê çêbû.

Di giştinameyê da behsa îdareyên kamuyê, saziyên kamuyê yên girêdayî vê îdareyê, şaredarî, îdareyên taybet ên bajêr, hemû sazî, muessese û yekitiyên girêdayî wan, hemû teşebusên îktîsadî yên kamuyê yên girêdayî Biryarnameya Hikmê Qanûnê ya Der barê Teşebusên Îktisadî ya Kamuyê, şirket, fon û saziyên din ên kamuyê (Ji bilî Serokatiya Karên Îdarî ya Serokkomariyê û Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Meclisê) hat kirin û hat gotin dema ew budçeya xwe an jî çavkaniyên din ên li ber destê xwe xerc dikin wê guh bidin van tevdîran û di nav welêt û dervayî welêt li gor van biryaran tevbigerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE