Ji Serok Erdogan makaleya Kaşikçi

Erdogan: "Kuştina Kaşikçi ji bilî aliyê wê yê mirovî, ji ber sedema îstismarkirina rêbaza parêzbendiya dîplomatîk jî bifikar e."

Ji Serok Erdogan makaleya Kaşikçi

Serok Recep Tayyîp Erdogan;

"Kuştina Kaşikçi ji bilî aliyê wê yê mirovî, ji ber sedema îstismarkirina rêbaza parêzbendiya dîplomatîk jî bifikar e."

 "(Kuştina Kaşikçi) Em bawer dikin ku edalet ancax wê bi destê mehkemeyên neteweyî û navneteweyî va pêk bê."

 "Wek Tirkiye em soz didin di heyama li pêş me da jî ji bo ronîkirina kuştina Kaşikçi emê hewldanên xwe bidomînin."

  "Birêvabirina pêvajoyê ya ne eşkere, li pişt deriyên girtî rûniştinan pêk anîn, îdiayên şikbar xeyrîfermî hatine berdan hêviyên civaka navneteweyî pûç dike û wê di heman demê da tesîreke neyînî li ser îmaja Erebistana Siûdî bike. Wek dost û mutefîqê Erebistana Siûdî em tu carê vê tiştê naxwazin."  

 "Sûcekî wiha li tu dereke dinyayê divê neyê kirin, ev him ji bo xêra Tirkiyeyê ye û him jî ji bo xêra hemû mirovahiyê ye. Ji bo ku sûcdar bê ceza nemînin meşandina têkoşînê rêya herî hêsan e. Ev ji malbata Cemal ra deynê me ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE