Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi sernava "Me hefteya borî çi kir?"ê daxuyanî da.
Serok Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirin kir û wiha got, "Hefteya borî bi taybetî me di qadên çandinî, vejen û sanayiya parastinê da gelek xizmetên girîng û proje kir dewrê û çêkirina berhemên ji bo xizmetê lez û beztir kir. Em ji bo ku Türkiyeyê bigihînin paşerojeke mureffehtir, em ê xebata xwe bi biryardarî bidomînin."
Di parvekirinê da agahiyên wiha jî hatin parvekirin, "Firqateyna Neteweyî Îstanbul F515 peyayî nav behrê kirin, bendavên Erxenî û Başlarê û Tesîsa Dawerîna Ava Vexwarinê ya Erxeniyê ket xizmetê, xebata li Bendava Sîlwanê kuta bû, navenda İstanbulê ya OECDyê vebû, Merasima Xelatên Taybet ên 2019-2020î yên Wezareta Çand û Turîzmê hat lidarxistin."
AA