Ji Serok Erdogan peyama Cejna Cihûyan

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihanê ya Serokomariyê hat dayîn Erdogan ji ber Cejna Bêhevîr peyamek weşand.

Ji Serok Erdogan peyama Cejna Cihûyan

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Cejna Bêhevîr a welatiyên cihû pîroz kir û got ku "Civaka me ya ku aştî û rêzdariya hemû baweriyan esas digire, bi hezkirin û rêzdariya dualî saxlem dibe, bi cudahiyên xwe dewlemend dibe bingeha yekîtî û bihevrabûna me ye ku xira nabe. Em bi vê nêrînê gelekî girîngiyê didin ku hemû aliyên civaka me dînê xwe, adet û kevneşopiyên xwe bi azadane bijîn."

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihanê ya Serokomariyê hat dayîn Erdogan ji ber Cejna Bêhevîr peyamek weşand.

Serokomar Erdogan ji ber Pesaha ku yek ji cejnên dînî yên herî girîng ên baweriya Mûsewîtiyê ye welatiyên Mûsewî pîroz kir û di peyama xwe da ev gotin: 

"Civaka me ya ku aştî û rêzdariya hemû baweriyan esas digire, bi hezkirin û rêzdariya dualî saxlem dibe, bi cudahiyên xwe dewlemend dibe bingeha yekîtî û bihevrabûna me ye ku xira nabe. Em bi vê nêrînê gelekî girîngiyê didin ku hemû aliyên civaka me dînê xwe, adet û kevneşopiyên xwe bi azadane bijîn. Ez bi wesîleya cejna wan di serî da ji bo welatiyên me yên Mûsewî yên ku em bi hev ra dijîn ji bo hemû Mûsewiyan daxwazên xwe yên saxî û silametiyê pêşkêş dikim, ji dil wan silav dikim."AA

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE