Ji Serok Erdogan peyama Cejna Paskalyayê

Erdogan di peyama xwe ya ku bi minasebeta Cejna Pakalyayê weşand da Cejna Paskalyayê ya welatiyên Xirîstiyan pîroz kir.

Ji Serok Erdogan peyama Cejna Paskalyayê

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Wekî mensûbên şaristaniyeke kevnar a ku bi tevkariya hemû ferdên miletê me va dewlemend bûye, em ê meşa xwe ya bi gavên ewle ya ber bi siberojê bi hev ra û di nava aştî û aramiyê da bidomînin."

Erdogan di peyama xwe ya ku bi minasebeta Cejna Pakalyayê weşand da Cejna Paskalyayê ya welatiyên Xirîstiyan pîroz kir.

Serokomar Erdogan wiha got:

"Welatê me yê ku herkes bawerî, çand û kevneşopiyên xwe bi azadî dijî, miletê me yê ku bi hestên biratî û piştevaniyê va dest dide destê hev, nimûnetiya xwe ya bêmînak a ji bo hemû dinyayê didomîne. Wekî mensûbên şaristaniyeke kevnar a ku bi tevkariya hemû ferdên miletê me va dewlemend bûye, em ê meşa xwe ya bi gavên ewle ya ber bi siberojê bi hev ra û di nava aştî û aramiyê da bidomînin. Ez ji bo welatiyên me yên Xirîstiyan û hemû Xirîstiyanan xweşî û silametiyê dixwazim ku em hevparê kêfxweşiya wan a bi minasebeta Paskalyayê ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE