Ji Serok Erdoğan peyama Cejna Remezanê

Serok Recep Tayyip Erdoğan got, Turkiyeyê di meseleya vîrûsê de karên zahf baş kirin.

Ji Serok Erdoğan peyama Cejna Remezanê

Serok Recep Tayyip Erdoğan got, Turkiyeyê di meseleya vîrûsê de karên zahf baş kirin. Serok Erdoğan ji bo cejna remezanê mesajek weşand, tê de got normalîzasyonê dest pê kir. Serok wiha pê de çû: "heger em bi baldarî tevbigerin, teqez em ê ji vê nexweşiyê pak bibin."

Serok  Erdoğan: “Ev nexweşî ji me hemû merivan re bû îmtihaneke dijwar. Welatê me gelekî baş dixebite. Em û welatên din ji bo hal normal bibe tiştên hewce dikin.”

Serok Recep Tayyip Erdoğan bona eyda Remezanê mesajek weşand.

Serok Erdoğan eyda welatiyan pîroz kir, li ser safîkirina vîrûsa koronayê peyivî û got:  "lazim e em vê eydê ji malê dernekevin" û gel hişyar kir.

Serok  Erdoğan: “ Heger em hemû bi hev re baldar bin, bi dîqqat tevbigerin, guh bidin rêzikan, bê maske dernekevin, ji hev dûr bisekinin, paqijiyê ji bîr nekin wê gavê bi qeweta xwedê em ê ji vê nexweşiyê pak bibin.”

Serok paşê derheqê tevdîrên li Turkiyeyê de xeberda, behsa programên piştevaniyê kir.

Got, ji bo welatiyên me nekevin tengasiyê me çavkanî amade kirin.

Serok  Erdoğan:  “ Me 12 milyar lîre pere li 10 milyon welatiyên xwe belav kirin. Me di vê nexweşiyê de hemû derfetên dewletê xistin emra milletê xwe; me bac û teqsîdên prîman paş ve dan, di meseleya fînansê de barê gel sivik kir.”

Serok qala rojên piştî nexweşiyê jî kir û got siyaset û ekonomiya dinyayê bi temamî dê biguherin. Em ê hêz, zengînî û hizûra Turkiyeyê zahf zêde bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE