Ji Serok Erdogan peyama sala 19emîn a AK Partiyê

"AK Partî berî her tiştî û berî me hemûyan, partiya miletê me ye. Çîroka AK Partiyê, çîroka evîna miletekî ye"

Ji Serok Erdogan peyama sala 19emîn a AK Partiyê

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi minasebeta 19emîn salvegera damezirandina AK Partiyê parvekirin kir.

Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "AK Partî berî her tiştî û berî me hemûyan, partiya miletê me ye. Çîroka AK Partiyê, çîroka evîna miletekî ye."

Di vîdeoya ku di parvekirinê da cih girt da jî dîmenên Serokomar Erdogan ên berê hatin belavkirin û Erdogan di vîdeoyê da wiha got:

"Gava em 26ê Adara 1999an ji mala xwe ya li Uskudarê ber bi Girtîgeha Pinarhîsarê bi rê ketin, me digel miletê xwe yê ku ew roj em hemêz kirin, tiştek got. Me gotibû ku ev stran li vê derê naqede. AK Partî berî her tiştî û berî me hemûyan, partiya miletê me ye. Me ev partî digel miletê xwe ava kir. Me ev partî digel miletê xwe mezin kir. Me hemû îcreatên xwe digel miletê xwe kir. Me tevî miletê xwe sînga xwe da ber hemû êrîşan. AK Partî, partiyek e ku li hemû mal, bîna, kuçe, tax, navçe û bajaran xizmetên wê hene, berhemên wê hene. Çîroka AK Partiyê, çîroka evîna miletekî ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE