Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber salvegera 105emîn a Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê û Bîbîranîna Şehîdên 18ê Adarê peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da got salvegera 105emîn a Serkeftina Çanakkaleyê bi serfirazî tê pîrozkirin, ew destaneke qehremaniyê ye ku gelê Tirk bi yekîtî, hevrabûn, hezkirina gel û welêt va ev destan nivîsandin.
Serokomar Erdogan got yên nizanin ka sed sal berê li Çanakkaleyê çi qewimiye, çawa têkoşîn hatiye dayîn îro jî sekna wan a li hemberî gefxwarinên dijî welêt tên kirin jî fêm nakin.
Erdogan wiha axivî: "Serkeftina Çanakkaleyê ya ku yek ji bûyereke herî girîng a dîroka me ya qedîm e, bûye destpêka Şerê me yê Rizgariyê. Rihê yekîtî, biratî û hevkariya ji bo têkoşîna xilasbûna me hewce dikir li Çanakkaleyê derketiye holê."
Serokomar Erdogan got bi saya vê rihê Çanakkaleyê gelê Tirk ji cîhanê ra gotiye "Çanakkale nayê derbaskirin" û ewê jî heta hetayî xwedî li vê mîrata şehîdan derkevin, emanetê nifşên nû bikin.
Erdogan Serkeftina Çanakkaleyê pîroz kir û wiha got: "Di serî da Xazî Mustafa Kemal Ataturk hemû qehremanên me yên vê welatê pîroz emanetê me kirine ez bi rehmet û spasiyê va bi bîr tînim. Rihê wan şad be, cihê wan cinet be."AA