Ji Serokê Meclisê Şentop peyama 23yê Nîsanê

Şentop di peyama xwe ya ku bi minasebeta Cejna Serweriya Neteweyî û ya Zarokan weşand da da bibîrxistin ku îro, 99emîn salvegera damezirandina Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê û Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan e.

Ji Serokê Meclisê Şentop peyama 23yê Nîsanê

Serokê Meclisê Mustafa Şentop got, “Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê ji roja xwe ya ewil pê va hemû rengên miletê me wekî dewlemendiyekê di bin banê xwe da aniye cem hev û ji îro şûnda jî dê vê xusûsiyeta xwe biparêze. Ji ber ku Tirkiye bi tenê bi nêrîneke ku cudahiyan ne wekî sedemê nakokî û pevçûnan, lêbelê wekî derfeta dewlemendiyê dibîne va dikare pêş bikeve."

Şentop di peyama xwe ya ku bi minasebeta Cejna Serweriya Neteweyî û ya Zarokan weşand da da bibîrxistin ku îro, 99emîn salvegera damezirandina Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê û Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan e.

Şentop di peyama xwe da 99emîn salvegera damezirandina Meclisa Mezin û Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan pîroz kir û got ku ew bi mîrata îstiqlal, huriyet û vîna gel ya ku Meclisa ku navenda berxwedana neteweyî ye hildaye ser xwe va serbilind in.

Mustafa Şentop bal kişand, Meclisa Mezin a ku 99emîn salvegera damezirandina wê bi coş tê pîrozkirin, ji roja xwe ya ewil pê va hemû rengên miletê me wekî dewlemendiyekê di bin banê xwe da aniye cem hev û ji îro şûnda jî dê vê xusûsiyeta xwe biparêze.

Şentop herwiha diyar kir ku Tirkiye bi tenê bi nêrîneke ku cudahiyan ne wekî sedemê nakokî û pevçûnan, lêbelê wekî derfeta dewlemendiyê dibîne va dikare pêş bikeve û wiha dewam kir:

23yê Nîsanê ne bi tenê cejna Serweriya Neteweyî, herwisa cejna zarokan e jî. Ji ber vê yekê jî divê em qîmeteke mezin bidin zarokên xwe. Herwiha bi wesîleya Cejna Serweriya Neteweyî û ya Zarokan va di 99emîn salvegera damezirandina Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê da di serî da Serokê ewil ê Meclisa me, serkêşê Berxwedana Neteweyî û Avakarê Komara me Xazî Mustafa Kemal, rêhevalên wî, şehîd û xaziyên welat, milet, ala û dewletê, herî dawîn jî hemû neferên vî welatî yên ku di hewildana derbeya xaîn a 15ê Tîrmehê da şehîd bûn, bi rehmet, minet û sipasdarî bi bîr tînim."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE