Ji Serokê Ragihandinê Altun derbarê Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî daxuyanî

"Di çarçoveya Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî de heta nuha 552 milyon û 529 hezar û 912 lîre hatiye komkirin"

Ji Serokê Ragihandinê Altun derbarê Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî daxuyanî

 Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ragihand ku di çarçoveya Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî de heta nuha 552 milyon û 529 hezar û 912 lîre hatiye komkirin.

Altun li ser hesabê Twitterê derbarê miqdara bexşîna bi kampanyaya piştevaniyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi banga "Em besî xwe ne Tirkiyeya min" dabû destpêkirin daxuyanî da.

Fahrettîn Altun di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di çarçoveya Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî ya ku Serokomarê me bi banga "Em besî xwe ne Tirkiyeya min" dabû destpêkirin de heta nuha 552 milyon û 529 hezar û 912 lîre hatiye komkirin. Hemû zanyariyên derbarê kampanyaya me li ser malpera înternetê ya '//bizbizeyeteriz.gov.tr' ji gelê me re tê pêşkêşkirin. Em polîtîkaya xwe ya ragihandina zelal didomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE