Ji Serokatiya Ragihandinê daxuyaniya lûtkeya Berlînê

Di daxuyaniya Serokatiyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdoganê li ser daweta Angela merkela Serokwezîra Almanyayê ji bo beşdarî lutkeyê bibe sibê here Berlînê.

Ji Serokatiya Ragihandinê daxuyaniya lûtkeya Berlînê

Serokatiya Ragihandinê diyar kir ku di lûtkeya li Berlînê ya ji bo Libyayê da ew ê li ser gavên seba pêkanîna aştî û îstirara li welêt biaxivin.

Di daxuyaniya Serokatiyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê li ser daweta Angela merkela Serokwezîra Almanyayê ji bo beşdarî lutkeyê bibe sibê here Berlînê.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku Tirkiye ji destpêkê vir da piştgiriyê dide hewlên ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya li Libyayê, sekinandina êrîşên li dijî Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî û wiha hat gotin: "Tirkiyeyê di vê çarçoveyê da hewlên dîplomatîk meşandin, ji bo Pêvajoya Berlînê tevkariyeke çalak da. Li bendê ne ku di lutkeyê da li ser gavên seba pêkanîna aştî û îstiqrara li welêt werin avêtin biaxivin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE