Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ji bo ku navê welêt di qada neteweyî û navneteweyî da wek "Turkiye" bê bikaranîn û ev bang zêdetir bê bihîstin kampanyayeke bi navê "Hello Turkiye" (Merheba Tirkiye) da destpêkirin.
Vîdeoya nasandinê ya ji bo navê Tirkiyeyê xurttir bike li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandinê hat parvekirin.
Di vîdeoyê da peyamên turîstan ên li cih û warên cuda yên Tirkiyeyê bi devoka xwe dibêjin "Hello Turkiye" cih digire.
Ev vîdeo bi etîkata "#helloTürkiye" li ser hesabên global tê parvekirin ku li gelek welatan bê dîtin.
Armanc ew e ku navê Tirkiyeyê êdî cuda cuda neyê nivîsîn û wek Türkiye bê nivîsîn.
AA