Ji Serokkomariyê parvekirina der barê têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya Tirkiyeyê da

Ji ser hesabê fermî yê Serokkomariyê der barê pêvajoya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Tirkiyeyê da peyam hat parvekirin.

Ji Serokkomariyê parvekirina der barê têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya Tirkiyeyê da

Ji ser hesabê fermî yê Serokkomariyê der barê pêvajoya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Tirkiyeyê da peyam hat parvekirin.

Di peyamê da hat gotin ku wekî yek ji welatên ku tevdîran herî zû û bi tesîr hilda di têkoşîna dijî vîrusa koronayê da ji bo serkeftinê gav bi gav pêş dikeve û ev agahî hatin dayîn:

"Tirkiye piştî ku vîrusa nû li Vuhana bajarê Komara Gel a Çînê derket holê bilez di 10ê kanûna paşîn da Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ava kir. Tirkiye yek ji wan welatên ewil bû ku seferên ji Çînê tên rawestand. 4 roj piştî ku li Îranê waqieya ewil hat dîtin rêyên beja û rêhesinê yên bi Îranê ra hatin girtin. Seferên Rêhewayên Tirk hatin rawestandin. Piştî ku vîrus li Ewropayê belav bû di serî da Îtalya seferên ji bo gelek welatên Ewropayê hatin rawestandin. Bi sepana karantînayê ya 14 rojî belavbûna vîrusê hat sînordarkirin.

Tevdîrên wekî navbera dan perwerdeyê û derbasî perwerdeya ji dûr va bûn, taloqkirina musabaqayên werzişê ji gelek welatên din zûtir hatin hildan. Wesayîtên veguhestina komî, market di serî da ji bo cihên ku mirov lê bi komî dimînin rêbaz û qedexe hatin anîn û xetere daxistin asta herî kêm. Fealiyetên ku mirov bi komî di cihên girtî da dimînin di demekê gelekî zû da hat astangkirin û hewl hat dayîn ku vîrus bikeve bin kontrolê. Ji bo parastina komên rîskê, sînordarkirina hereketên koma dibe ku bibe ji bo kesên ji 65 salî mezintir û 20 salî biçûktir qedexeya derketina derva hat derxistin. Di demên muhtemel bû ku gel derkeve derva qedexeya derketina derva hat îlankirin û tevdîr hatin xurtkirin."

- Piştgiriya civaka sivîl

Di parvekirineke din da hat destnîşankirin ku Tirkiye di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya ku li hemû dinyayê belav bûye di nav yekîtiya dewlet û civaka sivîl da piştgiriya xwe ya ji bo welatiyên xwe didomîne û wiha hat gotin:

"Her roj xwarina germ gihandin bi hezaran malbatî. Hewcehiyên welatiyên ji 65 salî mezintir û nexweşiyên wan ên kronîk hene hatin pêkanîn û Komên Piştgiriyê yên Wefayê alîkarî dan. Bi sed hezaran koliyên hijyenê hatin belavkirin. Kapasîteya teşxîsê ya li laboratuvarên bankaya xwînê, 150 konên nepixî û 300 nexweşxaneyên sehrayê yên ji bo hewcehiyên muhtemel teslîmê Wezareta Tenduristiyê kirin.

Têkoşîna dijî Pandemiyê bi nêrîna hekîmên parêzkar perwerde hatin dayîn. Ji bo sed hezaran malbatên hewcedar koliyên xurekê hatin belavkirin. Alîkariya civakî ya neqdî dan hewcedaran. Kapasîteya aşxaneyan hat zêdekirin û bi milyonan konserveyên qeliyê yên ku ji payên qurbanê hatibûn amadekirin li tevahiya welêt belavî hewcedaran kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE