Ji sibê pê va ceza nexebitandina maskeyê wê 900 lire be

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan ra telîmat şand û li gor telîmatê kesên ku maskeyê nedin ber devê xwe wê ji sibê pê va 900 lire ceza li wan were birîn.

Wezaretê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji bo mecbûrkirina xebitandina maskeyê di 18ê hezîranê da ji 81 walîtiyan ra telîmat şandibû û di telîmatê da hatibû xwestin ku divê kesên maskeyê nadin ber devê xwe heta 22yê hezîranê werin hişyarkirin û agahdarkirin, ji wê dîrokê pê va 900 lire cezayê îdarî li wan were birîn.

Di vê çarçoveyê da hêzên asayîşê 4 rojan li tevahiya welêt di kontrolan da hişyarî da kesên ku maske bi kar naynin û ew agahdar kirin.

Ji sibê pê va kesên ku guh nedin mecbûrkirina xebitandina maskeyê, li gor benda 282yemîn a Qanûna Hifza Siheta Giştî 900 lire cezayê îdarî wê li wan were birîn.

Xebitandina maskeyê li 48 bajêran li her derî, li 33 bajêran jî li cihên qerebalix ên weke navendên dan û standinê, market, restoran, kafeyan, kargehên komî mecbûrî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE