Ji Şirnakê 3 şampiyon derketin

Di şampiyonaya Wushu Kung Fuyê de 3 madalyayên zêr qezenc kirin...

Ji Şirnakê 3 şampiyon derketin

Di pêşbaziya wuşhu-kung-fu-sandayê de 3 sporvanên şirnexî di beşên xwe de bûn şampiyon, sporvanek jî bû 2yemîn. Sporvan vê carê wê wê ji bo şampiyonaya ewropayê bixebitin.

Di şampiyonaya Wuşhu-Kungfu-Sandayê ya li Antalyayê de sporvanên Şirnexî serkeftinên mezin bi dest xistin.

Sporvan Medeni Çelik, Ramazan Adanur û Murat Selçuk di beşên xwe de bûn yekemîn û madalyaya zêr standin.

Kemal Demirhan jî di beşa sporvanên binê 52 kîloyê de bû 2 yemîn û madalyaya zîv stand.

Piştî hinek bêhna xwe vedin sporvan wê ji bo şampiyonaya Ewropayê haziriyê bikin.

Sporvanên jêhatî di rojên pêş de di şampiyonayên navneteweyî de Tirkiyê temsîl bikin.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 08:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE