Ji Şirnakê bo Îdlibê 2 TIR alîkariya mirovî hat şandin

Walî Ali Hamza Pehlivan beşdarî merasima ku taxa Îsmet Paşa li caddeya Gaziyê hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.

Ji Şirnakê bo Îdlibê 2 TIR alîkariya mirovî hat şandin

Li Şirnakê bi kordîneya Wezareta Navxweyî û AFADê, di çarçoveya kampanyaya ku bi druşma "Em pêkve ne, palpiştê Îdlibê ne" hat destpêkirin, 2 TIRên bi melzemeyên alîkariyê dagirtî, ber bi Îdliba bajarê Sûriyeyê ve hat şandin.

Walî Ali Hamza Pehlivan beşdarî merasima ku taxa Îsmet Paşa li caddeya Gaziyê hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.

Walî Pehlivan di gotara xwe de anî ziman ku sînorên manewî yên Turkiyeyê gelekî fireh in û bal kişand ser giringiya alîkariyê û wiha axivî:

Gelê me li mexdûr, mezlûm û muhtacên ên di nava sînorên me yên manewî de xwedî derdikeve. Biçûkî û mezinî ji xêrxwaziyê re tune ye. Ji miqdarê zêdetir wateya kiryarê giring e. Ez gelekî spasiya hevbajariyên xwe yên xêrxwaz ên Şirnexî dikim."

Walî Pehlivan destnîşan kir ku alîkariyên ku berhev kirine bi piranî ji ard, şekir, cilên zarokan, melzemeyên paqijiyê û tendirustiyê pêk tên.

Piştre TIR bi duayan ber bi Idlibê ve hatin birêkirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE