Ji Sûriyeyiyan li dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê protesto

Sûriyeyiyên ku li Akçakaleya navçeya Rihayê ya li ser sînor kom bûn, rêxistina terorê YPG/PKK protesto kirin

Ji Sûriyeyiyan li dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê protesto

Sûriyeyiyên ku li Akçakaleya navçeya Rihayê ya li ser sînor kom bûn, li dijî rêxistina terorê YPG/PKK xwepêşandan kirin.

Grubeke Sûriyeyî ku li nêzîkî sînor li Tesîsên Werzişê yên Akçakleyê hatin cem hev, bi hev ra nimêja nîvro kirin û paşê rêxistina terorê ku Til Ebyeda navçeya Reqayê ya li aliyê din ê sînor dagir kiriye, protesto kirin.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi diayan dewam kir da koçberan dovîz vekirin û sipasiya Tirkiyeyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Artêşa Azad a Sûriyeyê kirin û bertek nîşanî alîgirên YPG/PKKyê dan.

Aliya el Nasira Sûriyeyî ku li ser navê grubê axivî, diyar kir ku zilma rêxistina terorê YPG/PKKyê nayê qebûlkirin.

Aliya el Nasirê got ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va terorîstan banz da û xelkê herêmê jî vegeriya ser warê xwe û wiha dewam kir:

"Em ji Artêşa Tirk û Artêşa Azad a Sûriyeyê dixwazin ku li dijî rojhilatê Feratê operasyonekê bidin destpêkirin da ku bajar, navçe û gundên me ji dagiriyê xilas bibin. Em ji Amerîkayê jî wê yekê dixwazin ku êdî piştgiriyê nede PYD/PKKyê. Sûriye bira bi yekîtî û azad bijî."

Piştî daxuyaniyan grubê li dijî rêxistina terorê durişm berz kirin û ji hev belav bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE