Mustafa Taşyildizê bi bîskîletê ji Çorliya navçeya Tekirdagê hat Diyarbekirê ji bo piştgiriyê dayikên Diyarbekirê yên li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin ziyaret kir.
Çalakiya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 675an da dewam dike.
Taşyildizê 11 roj berê bi bîskîletê ji Çorliyê derkte rê û hat Diyarbekirê malbatên li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê nobeta ewladan didomînin ziyaret kir û piştgirî da wan.
Taşyildiz daxuyanî da rojnamevanan û got dibê malbatên ji bo ewladên xwe çalakiyê dikin bi tenê neyên hîştin.
Taşyildiz bangî hemû malbatan kir ku piştgiriyê bidin dayikan û got, "Wekî ewladê welatekî ku bi salan e ji terorê dikişîne hatim vê derê ji ber vê kêfxweş im."
Taşyildiz wiha axivî: "Hêviya in ew e ku hemû malbatên li vê derê demildest bigihîjin ewladên xwe, welatê me ji belaya terorê xilas bibe, hesreta van dayikan a ji bo ewladên wan bi dawî bibe."
Suleyman Aydinê li ser navê malbatan daxuyanî da jî ji bo piştgiriyê ji Taşyildiz ra sipas kir.
Aydin got Taşyildiz dengê dê û bavan bihîst ji bo piştgiriyê bi bîskîletê hat vê derê û wiha pê da çû: "Înşaellah ji merivên din ra bibe mînak. Em her kesî gazî vê derê dikin. Bira me ziyaret bikin. Em bi hev ra rûyê rastî yê HDPyê derxin holê."
AA