Artêşa Tirkiye û ya Azerbeycanê li Komara Xweser a Nexçiwanê tetbîqata eskerî ya hevpar da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, 5 hezar esker bi nêzî 200 tank û wesayîtên bizirx, nêzî 180 fuze û top, 21 balafir û firoke û çekên din va beşdarî tetbîqata ku navê wê "Biratiya Qewî 2019" danîn, bûn.
Mebesta tetbîqatê ew e ku herdu artêş tecrubeyên xwe nîşanî hevdu bidin, kordînasyona navbera herdu artêşan û qabiliyeta meşandina operasyonên hevpar xurt bibin.
Tetbîqat wê heta 11ê hezîranê dewam bike.
AA