Ji Tirkiye û Îranê operasyona hevpar

Hat daxuyandin operasyona hevpar a li ser sînorê Tirkiye-Îranê ya ku di 18ê Adarê da hatibû destpêkirin wê dewam bike

Ji Tirkiye û Îranê operasyona hevpar

 Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce û Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Huseyn Zulfîqarî der barê mijara operasyona hevpar û bikordîne ya di 18ê Adarê da li ser sînorê herdu welatan dest pê kir da li ser telefonê axivîn.

Înce û Zulfîqarî anîn ziman ew kêfxweş in operasyona dijî komên terorê û sûcdarên zirarê didin ewlehiya Tirkiye û Îranê li gor peymana wan dest pê kir.

Di axaftina herduyan da hat destnîşankirin hevkariya Tirkiye û Îranê ya dijî komên terorîst û qaçaxçiyên hişbirê ji bo aramiya gelê herdu welatan girîng e.

- Operasyon wê dewam bike

Ji bilî vê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê Orgeneral Arif Çetin û Fermandarê Pasevanên Sînor ên Îranê Tuggeneral Qasim Rizaî jî li ser telefonê axivîn.

Herdu fermandaran anîn ziman ev operasyona hevdem wê dewam bike.

Di afaxtina wan da bal hat kişandin têkoşîna Tirkiye û Komara Îslamî ya Îranê ya dijî PKK/PJAKa rêxistina terorê wê bibiryar dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE