Ji Tirkiyeyê bertek bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

"Em îdiayên di rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya ku der barê Sûriyeyiyên li welatê me yên bin parastina berwext weşand da cî danê red dikin."

Ji Tirkiyeyê bertek bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy got ku "Em îdiayên di rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya ku der barê Sûriyeyiyên li welatê me yên bin parastina berwext weşand da cî danê red dikin."

Berdevk Aksoy bersiva nivîskî da pirsa der barê mijarê da û diyar kir ku Tirkiye ji 3,6 milyonî zêdetir Sûriyeyî mazûvantiya dora 4 milyonî kesên ji cî û warên xwe hatine dike, gelek welat li sînorên xwe dîwaran çêdike, xwe li pişt sincên têl vedişêre lê Tirkiyeyê di vê heyamê da deriyê xwe ji hewcedaran ra vekir.

Aksoy bi bîr xist ku Tirkiye dema ku bi awayekî herî bal ji kesên ji cihên xwe hatine kirin ra mazûvantiyê dike li gor berpirsyariyên navneteweyî bi hesasî guh dide prensîba "paşva neşandinê" û di vê helwesta wî da guherîn tune. Aksoy da zanîn îdiayên di rapora navborî ya ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya ku der barê Sûriyeyiyên li welatê me yên bin parastina berwext weşand da cî danê red dikin.

Aksoy got ku "Di vê çarçoveyê da îdiayên di raporê da yên wekî bi zorî Sûriyeyî dişînin welatên wan, ew tehdîd dikin û hember wan miameleya xirab dikin rast nînin û mehsûla xeyalê ne."

Aksoy destnîşan kir ku meamên eleqedar pêvajoya paşda vegera Sûriyeyiyan a ewledar û dilxwaz bi hevkariya bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) û saziyên civakî yên sivîl ra dike, ji Tirkiyeyê heta niha dora 365 hezarî Sûriyyeî bi dilxwazî vegeriyan herêmên ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji terorê paqij kir.

Aksoy qal kir Tirkiye di her firsendê da bi bîr dixe ku bi dilxwazî û di nav ewlehiyê da pêkanîna paşda vegera penaberan ev pêvajo divê li gor hiqûqa navneteweyî bê kirin û ev gotin: 

"Em wisa bawer dikin ku heke li Sûriyeyê binesaziya mirovî û fizîkî û şert û mercên ewlehiyê yên hewce pêk bên dê Sûriyeyî bikarin vegerin welatê xwe. Ya rast yek ji armancên Herekata Kaniya Aştiyê jî ew e ku herêmeke ewle ya ku dê bi hezaran Sûriyeyiyên ku ji tehde û zilma PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê reviyanbikarin di nav ewlehî û dilxwazî vegerin welatê xwe ava bikin. Em wisa difikirin ji bo pêvajoya di nav ewlehiyê da û bi dilxwazî paşda vegera Sûriyeyiyan bê hêsankirin berpirsyariyên girîng dikevin ser milê civaka navneteweyî. Welatê me ji bo başkirina şertên jiyanê yên Sûriyeyiyan dê pêngavên hewce biavêje."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE