Ji Tirkiyeyê dijî Amerîkayê bertek

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da

Ji Tirkiyeyê dijî Amerîkayê bertek

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy der heqê daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û hemtayê wî yê Amerîkayî Mike Pompeo da wiha got, "Daxuyaniya ku eşkere ye beriya hevdîtinê hatiye nivîsîn, hem naveroka hevdîtinê destnîşan nake û hem jî cih daye mijarên ku di hevdîtinê da qet nehatin rojevê."

Berdevk Aksoy ji bo pirsa der heqê daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya li ser hevdîtina Wezîr Çavuşoglu û hemtayê wî yê Amerîkayî Pompeo da bersiva nivîskî da.

Aksoy wiha got:"Daxuyaniya ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser hevdîtinê belav kir û eşkere ye ku beriya hevdîtinê hatiye nivîsîn, hem naveroka hevdîtinê destnîşan nake û hem jî cih daye mijarên ku di hevdîtinê da qet nehatin rojevê. Di hevdîtinên derbasbûyî da jî pirsgirêkên bi heman rengî rû dane û lewma jî divê daxuyaniyên bi vî awayî bi rêkûpêktir bên dayîn û herwiha ew yek şertekî xwezayî yê peywendiyên me yên mitefiqtiyê ye ku bi taybetî mijarên ku di hevdîtinê da nayên rojevê di daxuyaniyê da divê cih negirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE