Ji Tirkiyeyê dijî Washington Postê bertek

Wezareta Karên Derva:"Serkirdeyekî PKKya ku Amerîka jî di navê da di lîsteya rêxistinên terorê yên gelek welatî da ye û bi deh hezaran însanên bêguneh qetil kirine, rojnameya Washington Postê emilandiye û eşkere propagandaya terorê kiriye"

Ji Tirkiyeyê dijî Washington Postê bertek

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî rojnameya Washington Postê da ku nivîsa serkirdeyê rêxistina terorê PKKyê Cemîl Bayik weşad û wiha daxuyand, "Serkirdeyekî PKKya ku Amerîka jî di navê da di lîsteya rêxistinên terorê yên gelek welatî da ye û bi deh hezaran însanên bêguneh qetil kirine, rojnameya Washington Postê emilandiye û eşkere propagandaya terorê kiriye."

Wezareta Karên Derva der heqê weşandina nivîsa serkirdeyê rêxistina terorê PKKyê Cemîl Bayik a bi destê rojnameya Washington Postê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, Bayikê ji serkirdeyên PKKya ku Amerîka jî di navê da di lîsteya rêxistinên terorê yên gelek welatî da ye û bi deh hezaran însanên bêguneh qetil kirine, rojnameya Washington Postê emilandiye û eşkere propagandaya terorê kiriye.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bi vê weşanê va rêgeza "astengkirina handayîna terorîzmê" ku di têkoşîna dijî terorîzmê da teahudê bingehîn ê civaka navneteweyî ye, bi giranî hat binpêkirin û wiha hat gotin:

"Gelekî girîng e ku di têkoşîna dijî terorê da rêxistinên terorê ji hevdu cuda neyên hesibandin. Ev helwesta ku bûye amûrê propagandaya terorê ya PKKyê û berevajiyê wê helwestê ye ku li dijî DEAŞ, El Qaîde û rêxistinên din ên terorê tê nîşandan, di têkoşîna terorê da nimûneyeke nû û xeternak a durûtiyê ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE