Ji Tirkiyeyê hişyariya seyahata ber bi Fransayê ve

Wezareta Navxweyî ragihand welatiyên Tirkiyeyê yên ku dê biçin Fransayê bi taybet li Parîsê bi giştî li hemî bajaran bila ji qadên xwepêşandanan dûr bikevin û li ser otoyol û rêyên navbajaran bi tedbîr bin.

Wezareta Navxweyî derbarê protestoyên li Fransayê ji bo wan kesên ku dê biçin wî welatî hişyariyek belav kir.

Di hişyardayinê de bal hat kişandin ku tevgera civakî ya bi navê "êlekzeran" bi me besta protestokirina mercên aborî li Fransayê çalakiyên xwe yên li kolanan didomînin û wiha hat gotin:

"Di bûyerên ku heta nuha qewimîn de, li bajarên curbicur ên Fransayê bûyerên weke girtina rêyên navbajaran ji trafîkêre, danîna barîkatan, dagîrkirina gîşeyên otoyolan, herî dawî 1ê berfanbarê li Parîsê li çalaktirîn caddeyeke bajêr barîkat hatibû danîn, meş hatibû lidarxistin û otomobîl hatibûn şewitandin. Xwepêşandanên ku ketine 3yemîn hefteya xwe de heta îro di wan de 2 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 850 kesî jî birîndar bûne. Di navbera wan de jî nêzîka 150 hêzên ewlekariyê hene.

Bi sedema çalakiyên ku ji 17ê mijdarê ve didomin, em hişyariyê didin welatiyên xwe yên ku dê biçin Fransayê bi taybet li Parîsê bi giştî li hemî bajaran bila ji qadên xwepêşandanan dûr bikevin û li ser otoyol û rêyên navbajaran bi tedbîr bin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2018, 10:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE