Ji Tirkiyeyê hişyariya seyaheta bo Iraqê

Wezareta Karên Derva ji ber xwepêşandanên ku li çend bajarên Iraqê rû dan, hişyariya seyahetê da welatiyên Tirk

Ji Tirkiyeyê hişyariya seyaheta bo Iraqê

Wezareta Karên Derva ji ber xwepêşandanên ku li çend bajarên Iraqê rû dan, hişyarî da welatiyên Tirk ku heger mecbûrî nebe, neçin deverên ku bûyer lê rû didin.

Ji ser malpera Wezaretê bi sernavê "Hişyariya Seyaheta bo Iraqê" daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê da ji ber bûyerên ku li Iraqê rû dan, welatiyên Tirk hatin hişyarîkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Welatiyên me yên ku tesîr li ser wan çêbû û yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û herwiha yên ku nikarin xwe bi eqrebayên xwe yên li Iraqê ra bigihînin, dikarin rasterast digel Navenda Gaziyê ya Konsolxaneyê (+90 312 292 29 29), Balyozxaneya Tirkiyeyê li Bexdayê (+964 771 233 9023) û herwiha navnîşana e-posteyê embassy.baghdad@mfa.gov.tr peywendiyê daynin."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE