Ji Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê ra hişyariya PKKyê

"Em ji welatên eleqedar dixwazin ji bo ku can û malê xebatkarên me yên li nûnertiyan, welatiyên me û personelên me bê parastin, zirar negîhîje berjewendiyên Tirkan bila tevdîr bên zêdekirin û hesas bê tevgerîn."

Ji Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê ra hişyariya PKKyê

Wezareta Karên Derva destnîşan kir li welatên Ewropayê xwepêşandanên PKKyê yên zext û zordarî tê da hene didomin û got em ji van dewletan dixwazin ku ji bo parastina nûnertî, welatî û berjewendiyên Tirkiyetevdîr bên zêdekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat gotin Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn hat destpêkirin, piştî herekatê li welatên Ewropayê xwepêşandanên PKKyê yên zext û zordarî tê da hene didomin.

Hat gotin her çiqas ji rayedarên van welatan ra hişyarî hatibe dayîn jî ev xwepêşandan hê dewam dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li hemberî êrîşên terorê yên dijî kargeh û malên Tirkan, mizgeft, nûnertî û xebatkarên nûnertiyê bêdengmayîn nabe. Em ji welatên eleqedar dixwazin ji bo ku can û malê xebatkarên me yên li nûnertiyan, welatiyên me û personelên me bê parastin, zirar negîhîje berjewendiyên Tirkan bila tevdîr bên zêdekirin û hesas bê tevgerîn. Divê bê zanîn ku ji bo êrîşkar bên tespîtkirin, derkevin li ber edaletê û bên cezakirin emê wan bişopînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE