Ji tiştên bermayî berhemên balkêş

Şaredariya Artukluya Mêrdînê ji bo keç û jinên navçeyê kursa veguherîna bermayiyayn vekir.Kursiyer ji tiştên bermayî berhemên balkêş çêdikin

Ji tiştên bermayî berhemên balkêş

Şaredariya Artukluya Mêrdînê ji bo keç û jinên navçeyê kursa veguherîna bermayiyayn vekir. Kursiyer him ji eşya û malzemeyên bermayî berhemên balkêş çêdikin him jî bi firotina wan pereyan qezenç dikin.

Eşya û malzemeyên bermayî kom dikin û ji wan berhemên cûrbicûr çêdikin.

Şaredariya Artukluya Mêrdînê ji bo keç û jinên bajêr li Taxa Îstesyonê kursa veguherîna bermayiyan vekir.

Kebaniyên tên kursê, ewilî bermayiyan paqij û sterîlîze dikin, paşê jî bi alîkariya mamoste û hevalên xwe berhem û eşyayan çêdikin.

Kursiyer him hînî karê veguherîna bermayiyan dibin, him jî ji berhemên ku çêdikin pereyan qezenç dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE